Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Cara Duyê Cezayê Kuştina Meydanî Pêk Tîne


Desthilata Talîbanê îro Sêşemê zilamek bi awayê vekirî sêdare kir ku bawerî heye cara duyê cezayê bi vî awayî tê pêkanîn.

Dadgeha Bilind ya rêvebirîya Talîbanê ragihand ku wê cezayê sêdarekirinê li zilamek birî ku navê wî Acmal e.

Dadgehê da zanîn ku Acmal di du bûyerên cihê de 5 kes kuştibûn loma ew jî bi îdamê hate ceza kirin.

“Cezayê mirinê ji alîyê kurê Sîad Welî ve, ku yek jî kesên Acmal kuştîbû, li dervayê mizgefteke li istana Laghman, li gor şerîatê bi çek hate cîhanîn,” daxuyanîya dadgehê got.

Dadgehê dîyar kir ku merivên çar qurbanîyên din jî kuştina Acmal temaşe kirin.

Dadgehê bal kişand ku biryara dawîn ya erêkirina cezayê mirinê ji alîyê rêberê bilind yê Talîbanê Hîbatullah Axundzade hate dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku raporteke Neteweyên Yekbûyî meha borî Talîban bi tuned rexne kiribû ku bi awayê vekirî cezayê kuştinê pêk tine û cezayê qamçîkirin û kevirkirinê (recm) li ser hemwelatîyan dimeşîne.

XS
SM
MD
LG