Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban 18 Karmendên Rêxistineke Civaka Sivîl ya Swîsrî Digire


Arşîv: Jalalabad - Afganistan 2023
Arşîv: Jalalabad - Afganistan 2023

Rexistna Civaka sivîl ya Swîsrî (IAM) îro Şemiyê ragihand ku ku rayedarên Talîbanê li Afganîstanê 18 karmewndên wê girtine, yek ji wan biyanî ye.

Rêxistina ku li Swîsreyê tomar kirîye diyar kir ku karmend ji ofîsa wê ya li wîlayeta Xor (Ghor) ya li navenda Afganîstanê hatine revandin û şandine paytext Kabul.

Di 3ê Îlonê de Talîbanê dîsan 2 Afganî û endamekî tîma navdewletî girtbûn, herwiha di 13ê heman mehê de 15 Afganiyên din li heman ofîsê hatibûn girtin.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de ku roja Şemiyê belav kir dibêje, "Heta vê gavê, ti pêzanînên me li ser sedem û tohmetên li hember tîma me nînin, di dema niha de em nikarin derbarê rewşê tiştek bêjîn yan jî pêşbînî bikin."

"Lê eger li dijî rêxistina me yan jî karmendek me tohmetek bihê araste kirin, her belgeyeke me hebe bi şêweke serbixe, emê pêşkeş." Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got.

Peyvdarê bi navê Talîbanê demûdest ti daxuyanî li ser bûyerê nedan.

Şandeya Alîkariya Navdewletî (International assistance mission - IAM) ji sala 1966an vir ve li Afganistanê kar dike, û wê demê wê taybetmendiya lênihêrîna çavan hebû, berî ku berfirehkirina karûbarên xwe di warên lênihêrîna tenduristî û perwerdehiyê de.

Rêxistinê di bersivdanekê de li ser malpera xwe ya elektronî diyar dike ku ew saziyeke li gorî nirxên Mesîh kar dike, lê ew alîkariyên ku pêşkeşî kesên pêdivî dike, ne li ser bingeha siyasî û olî ne.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got, "Em çand û tradisyonên herêmî liber çav digirîn û rêz lê digirin."

Ji dema ku di nîvê Tebaxa 2021 de Talîban vegeriya ser desthilatê, rayedarên Talîban hejmarek nediyar ya biyaniyan girtin.

Desthilata Talîbanê tevgeriyana li gor qanûnên peyrewa tund ya şerîata Îslamê dom dike û wan peyrewan ferz dikin, wek nimûne, ew rê nadin ku jin di rêxistinên civaka sivîl de yan jî bi Neteweyên Yekbûyî re kar bikin.

PIştî du salan ji Desthilata Talîbanê êdî ew rê nadin ku jin li dibistan û paşî jî li zanîngehan xwendina xwe bixwînin.

Herwiha jinan qedexe dikin ku herin ciyên giştî yên weke park û yarîgehên werzişê.

Talîbanê berî demekî salonên bedewiyê yên jinan jî girtin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG