Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê bi raportekê ragihand ku Talîban kar, rêwîtî û lênihêrîna saxlemîyê li jinên Afganî ku nezewîcî ne û yan semyanên wan ne ligel wan in, sînordar dike.
Di bûyerekê de, karbidestên wezareta Pêşxistina Qencîyê û Jinavbirina Xirabîyê şîret li jinekê kirin ku ger ew dixwaze karê xwe li dezgeheke lênihêrîna tendirustîyê ji dest bernede divê ew bizewic.
Wezaretê gotibû ku ne guncaw e ku jineke nezewicî kar bike.
Talîban jinan ji piranîya warên jîyana giştî qedexe dike û nahêle keç ji pola şeşan wêdetir herin dibistanan.
Talîbanê herwiha salonên ciwankarîyê girtine û dest bi sepandina pîvanên cilan kirine û jinên ku li gor şiroveya wan ya hicaba Îslamî tevnagerin, desteser kirine.
Talîbanê di Gulana 2022an de fermanek derxist ku tê de bang li jinan kir ku tenê çavên xwe nîşan bidin.
Talîbanê ji jinan xwest ku mîna qedexeyên di dema desthilatdarîya wê ya berê ya navbera 1996 û 2001 serî heta lingan burqa li xwe bikin.