Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Afganî: Di Êrîşên Talîbanê de Yek Mirî Û 35 Birîndar Hene


Çend çekdarên Talîban'ê
Çend çekdarên Talîban'ê

Roja Çarşemê tevgera Talîban li paytexta Efganistanê Kabul li çned cihên cûda êrîş pêkanîne, di encamp de yek kes hatiye kuştin û zêdetirî 35 kesan birîndar bûne.

Peyvdarê wezareta tendirûstiyê dibêje, di êrîşa ser avahiyê sereke yê Moxabiratê de li rojhilatê bajarê Kabul kesek hatiye kuştin, herweha di êrîşên cûda bo ser çend navendên polîsan 35 kes birîndar bûne.

Di daxûyaniyekê de peyvdarê Talîban ragihand ku wan êrîş li dij bingehê Moxabirata Afganî pêkanîne.

Wek tê zanîn ji sala 2001 heta niha Talîban êrîşî hikûmeta Kabûl û hevpeymanên wê dike ji dema desthilata Talîbanê li Afganistanê ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê de hatiye jinavbirin û dawî li hûkmê Talîbanê anî.

XS
SM
MD
LG