Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Karê Jinan li Şaredarîya Kabulê Qedexe Dike


Xwepêşandinek jinên Afgan.

Şaredarîya demkî ya bajarê Kabul paytexta Afganistanê îro Yekşemê ragihand ku êdî qedexe ye karmendên jin yên şaredarîyê kar bikin û tenê jinên ku mêr nikarin şûna wan bigirin, dikarin werin ser kar.

Şaredarîya Kabulê di destê Talîban de ye. Biryara roja Yekşemê ya herî dawî ye di rêza biryarên Talîbanê de yên astengkirinên li ser jinan.

Tevî sozên nermbûnê ku berî mehekê dabûn dema wan Afganistan kontrol kir, rêberên Talîbanê bi vê biryarê nişan didin ku ew her şîrovekirineke tund ya Îslamê bicîh tînin. Dema ku wê di salên 90î de Afganistan kontrol dikir, Talîbanê rê li ber jin û keçan girtibû ku neçin xwendin û kar û beşdarî jîyana giştî nebin.

Di van rojên dawî de, hikûmeta nû ya Talîbanê çend ferman li dijî mafên keç û jinan derxistîye. Wekî mînak, wê ji xwendekarên keç re yên xwendingehên navîn û lîseyê gotîye ku ew vê demê nikarin vegerin xwendingehên xwe, li dema ku xwendekarên kur di heman pileyan de dawîya vê hefteyê careke din dest bi xwendina xwe kir.

Xwendekarên keç yên zanîngehan jî hatine agahdar kirin ku ewê ji niha bi şûn ve dersên wan di ji cihên ji mêran cudakirî de werin dayîn. Herwiha, ewê cilên li gor pîvanên Îslamî yên tund li ber xwe bikin. Li jêr hikûmeta berê ku Amerîka piştgirîya wê dikir, bi piranî keç û kuran di nav hev de xwendina xwe ya zanîngehê dikir.

Talîbanê roja Înê Wezareta Kurûbarên Jinan girt û li şûna wê wezareta “belavkirina fezîlet û pêşîgirtina xirabîyê” danî ku erkê wê bicîanîna şerîeta Îslamî ye.

Roja Yekşemê dora deh jinan xwepêşandinek li ber derîyê wê wezaretê lidar xist ku tê de daxwaza beşdarîya jinan di jîyana giştî de kir.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG