Pakistanê qebûl kirîye ku hinek girtîyên Talîbanê yên Afganî berde, li vê demê ku danûstandinên ligel endamên Konseya Bilind ya Aştîyê li Afganistanê berdewam dikin.
Ev bûye demeke dirêj ku Afganistan dixwaze xwe bigihîne wan girtîyan da ku piştgirîyê bide prosesa aştîyê.
Ne dîyar bû çend yan jî kîjan girtî dê werin berdan.
Serekê Konseya Aştîyê Selahedîn Rebbanî niha jibo danûstandinên ligel karbidestên payebilind li Pakistanê ye.
Birêz Rebbanî ligel Serok Asif Alî Zerdarî, Serokwezîr Raja Pervez Eşref û serbazê payabilind yê artêşê Aşfaq Pervîz Kayanî kom dibe.
Serokwezîrê Pakistanê gote şandeya Afganî ku rêkeftineke giştî heye ku divê her du welat hevre jibo aştîya herêmê kar bikin.
Serokê Pakistanê Asif Alî Zerdarî jî soz da ku piştgirîya hewildanên Afganistanê yên aştîyê bike.
Birêz Zerdarî got, Afganistaneke aştîyane û aram jibo aramî û pêşveçûna Pakistanê bixwe girîng e.