Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîşa Bingeheke Leşkerî ya Pakistanê Dike


Komeke mîlîtanên Talîbanê îro sibe avêtin ser bingeheke hêzên esmanî ya li bakurê rojavayê Pakistanê û herî kêm 17 kes kuştin û gelekên din jî birîndar kirin.

Berdevkê artêşê General Asim Bajaw got, hêzêke taybet demûdest bersîva êrîşvanên nêzîkî bingeha Badhaber ya Peşawer kir û 13 mîlîtan kuştin.

Bajaw da zanîn ku di operasyonê de serbazek hate kuştin, 10 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wî dîyar kir, êrîşvanan ku kincên leşkerên Pakistanî li xwe kiribûn, dû re avêtin ser mizgeftê û 16 kesên ser nimêja sibê kuştin.

XS
SM
MD
LG