Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Pakistanê de 15 Kuştî û 30 Birîndar Hene


Pakistan Peshawar dema peqîn di Basa neferan pêkhatî.
Pakistan Peshawar dema peqîn di Basa neferan pêkhatî.

Roja Çarşemê 16î Adarê li Pakistanê li herêma Pêşawer di baseke neferhilgir de peqînek çêbû, di encama peqînê de, herî kêm 15 kes hatine kuştin û 30 kes birîndar bûn, piraniya qurbaniyan fermanberên hikûmetê bûn.

Li gor daxuyaniyên berpirsên herêmî li Pêşawer, peqînek pir bi hêz bû, fermanberên dewletê kirine armanc, li gor lêkolînên polîsan, madê peqînê li jêr kursiyên basê hat bû danîn, di tomareke vîdeoyê de ku, televizyona Pakistanê weşandiye, derdikeve ku di dema peqînê de basa neferan bi temamî hildiweşe.

Heta niha hîç aliyekî ev peqîn negirtiye ser xwe, lê li herêma bakurê rojhilat bi taybet li Pêşawer, her tim peqîn ji aliyê çekdarên Talîbana Pakistanî de hatîne encam dan.

Wek tê zanîn hefteya derbasbûyê dîsan li bajarokê Şabaqadar yê nêzîk Pêşawer peqîneke xwekujî rûda bû, di encam de 17 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG