Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Li Bakurê Afganîstanê Operasyonekê Leşkerî Dardixe


Chief Taliban spokesman Zabihullah Mujahid speaking to reporters in Kabul, Sept 11, 2022.
Chief Taliban spokesman Zabihullah Mujahid speaking to reporters in Kabul, Sept 11, 2022.

Hêzên ewlekarî yên Talîbanê li Afganîstanê dest bi "operasyoneke paqijkirinê" ya berfereh li dijî hêzên serhildayan li beşên parêzgeha Penceşîrê ya bakur ya aloz kirin. Hejayî gotineye ku bi dehan ji wan serhildayan hatine kuştin û gelekên din jî hatine girtin.

Berdevkê sereke yê Talîbanê Zabihullah Mucahid roja Çarşemê ji Dengê Amerîka re got ku çalakiya ewlekarî li sê navçeyên parêzgeha çiyayî hate kirin ji bo pêşîgirtina "serhildêran" ku gef li ewlekariya giştî ya heremê dikin.

Mucahid got "Di operasyona paqijkirinê de li Rexa, Dara û Efşarê yên Penceşîr 40 serhildêr hatine kuştin, ku di nav wan de çar fermandar û bêtirî 100 kesên din ji hatine girtin."

Wî got ku operasyon wek bersivdana kiryarên binerd yên serhildêran di destpêka hefteyê de hat destpêkirin.

XS
SM
MD
LG