Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Danûstandinên bi Talîbanê re Betal Kir


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka danûstandinên bi Talîbanê re betal kiriye.

Amerîka dê li Doha paytexta Qatarê bi Talîbanê re ser mijarên aborî danûstandin bikira.

Talîbanê vê hefteyê lîse jinûve li xwendekarên keç qedexe kir û biryara Amerîka li dû vê qedexeyê hat.

Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîka ji Reutersê re dîyar kir ku biryara Talîbanê ‘’xeyalşikestineke kûr’’ çêkiriye.

Rêvebirîya Amerîka û karbidestên Talîbanê dê roja Şemî û Yekşemê hevdîtin çêkirana.

Washington û hevbendên wê dixwazin Talîban di mafên mirovan de pêşde here.

Talîbanê berê gotibû ku dibistan dê bo xwendekarên keç vekirî bin, lê di nav hefteyê de dabû zanîn ku heta bi rêzikên Îslamî sîstem çêdibe ewê neçin dibistanan.

XS
SM
MD
LG