Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Rawestandina Danûstandinên Aştîyê Dê Zararê Bide Amerîka


Talîbanê dijî Amerîka, ku danûstandinên aştîyê yên bi wê rêxistinê re bi dawî kiribû, gef xwarin.

Berdevikê Talîbanê Zebîhulah Mucahîd dîyar kir ku betalkirina danûstandinan dê zararê bide Amerîkîyan.

‘’Ew biryara Amerîka herî zêde zararê dê bide wan û wan sekna xwe xirab kir.’’ Mucahîd got.

Mucahîd da zanîn ku danûstandinên heta roja Şemîyê bêkêşe dom kiriye û wan xwestiye ku bi hikûmeta Afgan re jî kom bibin.

Serokê Amerîka Donald Trump dabû zanîn ku wî jiber êrîşên Talîbanê yên li Kabulê danûstandinên bi wê rêxistinê re rawestandiye.

Di êrîşa dawî ya Talîbanê de leşkerekî Amerîkî jî hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG