Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Bang li Amerîka Dike ku Dronan li Esmanê Afganistanê Nefirîne


Talîbanê îro Çarşemê bang li Amerîka kir ku dronên xwe êdî li ser esmanê Afganistanê nefirîne.

Wê rêxistinê ji Twitterê dîyar kir ku Amerîka dronan li ser esmanê Afganistanê difirîne, lihevkirina li Doha ya Qatarê û hemî maf û qanûnên navneteweyî binpê dike.

‘’Bo encamên neyênî çênebin, di serî de Amerîka em bang li hemî dewletan dikin ku li hember Afganistanê li gor lihevkirin, maf û qanûnên navneteweyî tevbigerin.’’

Karbidestên Amerîkî ser banga Talîbanê hîn ti daxuyanî belav nekirine.

Çekdarên Talîbanê yên Îslamî, piştî vekişîna Amerîka û piranîya yekîneyên din yên welatên rojava, meha borî desthilata Afganistanê girt û Washington dawî li mîsyonên xwe yên leşkerî û dîplomatîk yên wî welatî anî.

Rêberên Talîbanê dibêjin ku çekdarên Dewleta Îslamî û El Qaydê li Afganistanê ne aktîf in, lê Dewleta Îslamî di rojên borî de berpirsîya êrîşa li Celalabadê girt ser xwe.

Civaka navneteweyî zextê li Talîbanê dike ku peywendîyên xwe yên bi El Qaydê re, ku tilîya wê di êrîşên 11’ê Îlonê de hebû, qut bike.

XS
SM
MD
LG