Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Afganî Piranîya Dîlên Destê Talîbanê Rizgar Kirin


Kunduz map
Kunduz map

Hêzên Afganî nêzî 150 kesên ku îro di kemînekê de ji alîyê Talîbanê ve li Qunduzê hatibûn revandin, bi operasyonekê rizgar kirin.

Kesên revandî, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, demeke kurt piştî revandina wan, di operasyoneke taybet ya hêzên Afganî de hatin azad kirin.

Karbidestên Afganî ragihand ku çekdarên Talîbanê 21 kesên din yên dîlgirtî bi xwe re birin û rihsipîyên eşîrî bo berdana wan kesan hewilên xwe didomînin.

Berdevkê istana Qundzê Îsmetullah Muradî ji AP re got ku Talîbanê nasnameyên kesên revandî xwestiye biryara ser çarenivîsan wan bide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ew 17 sal in Talîban dijî hikpûmeta Afganî ya bi piştgirîya Amerîka dike.

Ew koma tundrê di salên dawî de êrîşên xwe li herêmên dûrdest zêde dike û li dijî hêzên ewlekarî û avahîyên hikûmetê êrîşên hêzdar pêk tîne.

XS
SM
MD
LG