Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Dibêje Ewê Beşdarî Civîna li Stenbolê Nebe


Talîbanê ragihand ku ewê beşdarî danûstandinên aştîyê yên li Stenbolê nebin.

Berdevikê Talîbanê dîyar kir ku ewê beşdarî civîna di 16’ê Nîsanê nebin û da zanîn ku wan Tirkîye ser vê biryarê agahdar kiriye.

Civîna bo aştîya Afganistanê dê bi piştgirîya Afganistan, Qatar û Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar keta.

Kanala Kabul News ragihand ku civîn hatiye paş xistin û dîyar kir ku dema nû hîn bêlî nebûye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê jî dîyar kir ku dibe ku civîna bo aştîya Afganistanê di rojên dawî yên Nîsanê de çêbe.

Li gor lihevkirina hikûmeta Afganistanê û Talîbanê divê leşkerên bîyan yên li welêt heta 1’ê Gulanê vekişin.

Pisporên şerê li Afganistanê dibêjin ku ger heta 1’ê Gulanê peymaneke nû neyê îmza kirin dibe ku girjîya li herêmê jinûve gur bibe.

XS
SM
MD
LG