Lînkên eksesibilîtî

10 Çekdarên Talîban'ê Herî Kêm 50 Leşkerên Afgan Kuştin


AFP’ê ragihand ku di êrîşeke ku ji alîyê çekdarên Talîbanê ve hatîye li dar xistin de, li herêma Balk ya Afganîstanê bi kêmî ve 50 leşkerên Afgan hatine kuştin.

Artêşa Afganîstanê dîyar kir ku êrîş, li bingeheke nêzî mizgefteke Mazere Şerîf pêk hatîye.

Talîban’ê bi daxuyanîyekê berpirsîya êrîşê girt ser xwe.

Berdevkekî artêşê da zanîn ku êrîşvanan kincên leşkerî li xwe kirine û wisa xwe gihandine bingeha leşkerî.

Ji 10 êrîşkaran 2'yan xwe peqand, 7 hatin kuştin û 1 jî bi saxî hat girtin.

Berdevkê Leşkerîya Amerîka John Thomas ji Reuters’ê re got ku êrîşa Înê mezin e û ewê hejmara kuştîyan ji 50 zêdetir be.

Bingeha li Mazere Şerif yek ji bingehên herî mezin yên Artêşa Afganistanê ye ku berpirsê piranîya bakurê wî welatî ye.

XS
SM
MD
LG