Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Bang li Gel Dike ku Neçin Ser Sindoqên Hilbijartinê


Talîbanê bi daxuyanîyekê bang li gelê Afganistanê kir ku bo hilbijartina seroktîyê neçin ser sindoqan.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku divê gel li şûna hilbijatinê divê bala xwe bide ser hevdîtinên bi Amerîka re.

Karbidestên Amerîka û nûnerên Talîbanê ser vekişîna hêzên bîyan yên li Afganistanê ew demek e danûstandinan dikin.

Talîban dide zanîn ku ger leşkerên bîyan ji Afganistanê vekişin ewê li wî welatî rê nedin rêxistinên terorê.

Wê rêxistinê ser hilbijartina serokomarîyê ya Afganistanê got ku ‘’sextekarî û xapandin’’ e.

Hilbijartin dê di meha pêş de li dar kar kevn û li bere ku serokomarê niha Eşref Ganî careke din bi ser keve.

Talîbanê di daxuyanîyê de bang li gel kir ku ji qadên sîyasî û mîtîgan dûr bikevin.

XS
SM
MD
LG