Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban di Demek Nêz de Dê Hikûmeta Nû Ragihîne


Peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid, Kabul, Afganistan, 17ê Tebaxaê, 2021.
Peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid, Kabul, Afganistan, 17ê Tebaxaê, 2021.

Berpirsekî payeblind yê Talîban gotiye Dengê Amerîka "VOA" bi mercê navê wî neyê eşkere kirin, komela wan di qonaxa dawiyê de ye, ya ragihandina kabîneya nû ya Civata Wezîran, ku tê texmîn kirin, hemî endamên Civata Şura ya Rahbarî û Civata Serokatiyê tê de, cih bigirin.

Lîderê bala yê Talîbanê Hibatullah Akhundzada li bajarê Kandahar ku bingeha sereke ya Talîbanê ye tevî Cîgirê xwe Sirajuddin Haqqani, serokê tora Haqqanî, û Mullah Mohammad Yaqûb kurê Mullah Omer damezrênerê Talîban û berpirsê civata leşkerî ya Talîban jibo avakirina hikûmetê dişêwirin.

Şêr Mohammad Abbas Stanikzai, ku lîderekî din yê Talîbanê ye gotiye "Di dema niha de, serokatiya Talîban bi hemî pêkhate û komelên etnîkî û partiyên siyasî re di nava Îmareta Îslamî de di nava şêwirmendiyê de ne, jibo ava kirina hikûmetê, ku di nava welat û derve de, bihê qebûl kirin û bihê nas kirin." Stanikzai, ev yek Şemiyê di gotareke televizyonî de ragihand.

Zabihullah Mujahid peyvdarê Talîban, ku roja 17ê Tebaxê li Kabul yekemîn preskonferans encam dabû, derbarê avakirina hikûmetê gotiye Dengê Amerîka "li ber temambûnê ye."

Lîderê bala yê Talîbanê got " Sirajuddin Haqqani cîgirê serok û Mullah Mohammad Yaqêûb cîgirê din yê serokî raspardîne ku lista kabînê ya dawî destnîşan bikin". Paşî lîsta kabîna hikûmetê ya herî dawî dê ji aliyê Hibatullah Akhundzada bixwe ête erê kirin û pejirandin.

Lîderê Talîban herwiha gotiye dibe ku kabîne ji 26 kesan pêk bihê û dibe ku ji derveyî Civata serokatiyê jî kes hebin.

Civata Şûra ya Rahbarî civata herî bilind ya birayrar stendinê ye di nava Talîbanê de ku Hibatullah Akhundzada bixwe serokatiya wê dike, ku Amîr Al-Mominîn yan jî Serokê Mominan jê re tê gotin.

Çekdarên Talîban li Kabul 29, 08, 2021
Çekdarên Talîban li Kabul 29, 08, 2021

Lê Talîban îdia dike ku dê hikûmetek gelemperî be, peyvdarê Talîban gotiye, lê dabeşkirina desthilatê niha ne karê wan yê pêşiyê ye.

Peyvdar Zabihullah Mujahid gotiye, "Lihevhatin li gel ti berpirsekî siyasî jibo beşdariya di hikûmetê de nehatiye kirin." Heriwha got, "ez dixwazim zelal bikim ku niha tekeza me ne liser beşdarî kirina aliyên dinê ye di hikûmetê de."

Wî got, komela wan niha hewil dide nêrîna û ramana "Kesayetiyên naskirî, zana, lîderên Mujahid yên berê bizanin" derbarê rejîma nû ya desthilatê.

Civata Şûra ya Talîbanê yekemîn civîna xwe roja 21ê Tebaxê li Kabul encam da, piştî ku dest bi ser qesra serokatiyê de girtî, civîn li jêr serokatiya hevbeş ya Haqqanî û Mullah Mohammad Yaqûb de pêkhat bû. Ji wî demî endamên Civata Şûra û berpirsên di asta bilind de bi şêweke ne fermî hema bêje rojane civînan encam didin.

Berpirsê di asta bilind de got, "Civata Şûra bi şêweke prensîpî biryar daye, piştî Amerîka û dagîrkerên din di 31 Tebaxê de derdikevin, Îmareta Îslamî (Navê hikûmeta Talîbanê ye) dê hikûmeta xwe ragihînin."

Amîr Al-Mominîn dibêje, dema ku bi hebûna hêzên Amerîkî hikûmet bihê ragihandin, dê bibe sedema derketina gelek pirsan.

Berpirsî herwiha gotiye, ku Civata Şûra pêşniyar kirîye ku kabîne ji aliyê Akhundzada bixwe bihê ragihandin bi rêya gotareke televizyonî li ser astê niştîmanî.

Wî got, "Eger ku Amîr Al-Mominîn nexwest eşkera derkeve, wî çaxî ew dê kesekî nêzîk yan serkirdekê bala destnîşan bike bo ragihandina" hikûmetê.

Herwiha Civata Şûra weha dibîne ku ragihandina hikûmetê dê hefteya yekê ya meha Îlonê be û navê hikûmetê dê Îmareta Îslamî ya Afgansitanê be, lê vê biryarê pêwîstî bi erêkirina Akhundzada heye.

Lîderê Talîban dibêje ew dixwazin leşkerê niştîmanî saxlem bihêlin û wan tevlî saziya leşkerî bikin. Hatiye plan kirin ku derbarê ala û destûra niştîmanî ji aliyê hikûmeta nû ve bihên birayrdan.

Di şêwirîna navxweyî de, Talîban danûstnadina dike ku Sirajuddin Haqqani yan jî Mullah Yaqûb bibe Serokwezîr. Ku di heman demê de serokê hikûmetê ye.

Di serdema desthilata Talîbanê de li Afgnaistanê ji sala 1996ê heta sala 2001ê, Mullah Mohammad Rabbani rolê serokwezîriyê didî.

Herwiha Civata Şûra gotûbêjan dike ku Haqqani bibe Serokwezîr û Yaqûb bibe wezîrê berevaniyê.

Ev jî navên endamên Civata Şûr ye ku dibe di kabîneya hikûmeta nû de cih bigirin:

  • Mullah Abdul Ghani Baradar, berpirsê ofîsa siyasî ya Talîbanê li Paytexta Qatar Doha.
  • Şêx Abdul Hakîm, serokê Şanda danûstandkar ya li Doha
  • Şêr Abbas Stanekzai, cîgirê serokê şanda danûstandkar li Doha
  • Sadar Ibrahim, berpirsê berê yê komîta leşkerî
  • Abdul Qayyum Zakir berî yê komisyona leşkerî
  • Mullah Fazil, Cîgirê berê yê wezîrê berevaniyê
  • Abdul Manan Axund, birayê Mulla Omerî danerê Talîban
  • Maulvi Noor Muhammad Saqib, Serokê berê yê serdozgeriya Talîbanê
  • Amir Khan Muttaqi, wezîrê berî yê ragihandinê
  • Abdul Salam Hanafi, endamê şanda danûstandkar ya Talîbanê li Doha
  • Qari Deen Muhammad, endamê şanda danûstandkar ya Talîbanê li Doha
  • Lateef Mansoor, endamê şanda danûstandkar ya Talîbanê li Doha
  • Şêx Qasim, endamê şanda danûstandkar ya Talîbanê li Doha
  • Muhammad Zahid Ahmadzai, dîplomatê berê yê Talîban li Pakistanê
  • Maulvi Abdul Kabeer, Parêzgarê berê yê herêma Nangarhar
  • Şêx Abdul Hakim Sharee, Oldarekî Biryarder
  • Noorulah Noori, Girtiyê berê yê Guantanamo
  • Abdur Rahman
  • Mullah Gul agha
  • Ameer Haqqani
  • Mullah Mohammad Hasan
  • Şêx Şarif
  • Faizullah Khan
  • Taj Mir
  • Hafiz Majeed

XS
SM
MD
LG