Reuters’ê ragihand ku do Çarşemê di cotêrîşên li navenda Kabul ya Afganistanê 15 kes hatin kuştin 50 jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Hindur da zanîn ku berê wesayîtek hatîye peqandin û piştre jî hin êrîşkarên hejmara wan ne dîyar gule bi ser asayîşê de reşandine.
Pevçûna di navber êrîşkar û asayîşê de bi demjimêran dom kir.
Talîban’ê bi daxuyaniyekê berpirsîya cotêrîşan girt ser xwe û dîyar kir ku bi dehan leşker, polîs û endamên îstixbaretê hatine kuştin.
Meha borî, li Dadgeha Kabulê di êrîşeke xwekuj de 20 kes hatibûn kuştin ku bepirsîya wê DAIŞ’ê girtibû ser xwe.