Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîbanê Berpirsîya Êrîşa Kabulê Girt Ser Xwe


Çekdarên Talîbanê li Kabul ya paytexta Afganistanê êrîş birin ser avahîya Wezareta Berevanîyê.

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di êrîşê de bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin, lê jêderên herêmî didin zanî bi dehan kes hatine kuştin.

Êrîşa dijî avahîyê li nêzî dibistanekê pêk hat û jiber vê bi kêmî ve 50 zarok birîndar bûn.

Berdevikê Talîbanê Zebîhulah Mucahîd got ku wan nexwestiye sivîlan bikujin, lê armanca wan Wezareta Berevanîyê bûye.

Çavkanîyên ewlekarîyê dîyar dikin ku çekdaran berê li pêş avahîyê êrîşeke xwekujî li dar xistiye û piştre 5 êrîşvan ketine navenda lojîstîk ya wezaretê.

Berpirsên Afgan didin zanîn ku di pevçûnê de, ku bi qasî 7 demjimêr dom kir, 5 çekdar hatine kuştin.

Êrîş û li dû wê pevçûn, dema karbidestên Amerîkî û nûnerên Talîbanê li Doha ya Qatarê ser agirbest û aştîyê danûstandin dikirin, pêk hat.

XS
SM
MD
LG