Karbidestên Afganî ragihand ku termê karmendê hikûmeta Afganî Cavîd Nûrî, ku berî sê rojan ji alîyê Talîbanê ve hatibû revandin, hate dîtin.
Termê Nûrî, ku di heman demê de wek rojnamevan li herêma Ferah ya rojavayê Afganistanê dixebitî, roja Sêşemê ji malbata wî re hat teslîm kirin.
Berdevikê Talîbanê Zabihullah Mucahîd bi daxuyanîyekê ragihand ku wan Nûrî roja Şemîyê kuşt, jiber ku ew bo hikûmeta Kabulê ya bi piştgirîya Amerîka dixebitî.
Mucahîd got ku wan herwiha 13 çekdarên ser bi hikûmetê desteser kirine ku bi gumana wan sixûrên hikûmetê ne.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Talîban û rêxistinên din yên îslamî pir caran rojnamevanên Afganî dikin armanc.
Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor 2018 wek sala herî tund bi nav kir û ragihand ku di nav sala çûyî de 15 rojnamevan hatine kuştin.