Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku nûnerên Talîbanê yên li Afganistanê dê roja Yekşemê serdana Norwecê bikin.
Reutersê ji zarê Wezareta Derve ya Norwecê dîyar kir ku nûnerên Talîbanê dê ser sivikkirina kêşeya mirovî danûstandinê bikin û sê rojan li Norwecê bimînin.
Wezîra Derve ya Norwecê Anniken Huitfeltd dîyar kir ku ew kombûn naskirin yan rewakirina Talîbanê temsîl nake, lê divê ew karbidestên heyî yên li Afganistanê re bicivin.
‘’Emê nehêlin ku rewişa sîyasî ya li Afganistanê kêşeya mirovî ya li wî welatî girantir bike.’’ Huitfeld got.
Talîbanê par Afganistan xistibû bin kontrola xwe û xizanîya li wî welatî bi qutbûna alîkarîyên ji derve zêdetir bûye.
Nûnerên Talîbanê dê di navbera 23 û 25’ê Rêbendanê de xêncî karbidestên Norwecî bi hin dîplomatên ji jimareke welatên din re jî bicivin.