Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Talîbanê Piştî Moskowê Serdana Tehranê Kir


Şandeyeke Talîbanê piştî Moskowê serdana Tehranê kir û bi karbidestên Îranî re kom bû.

Medya Îranê da zanîn ku hin berpirsên Talîbanê serdana Tehranê kirine û bi karbidestên Wezareta Derve ya Îranê re kom bûne.

Li gor medya Îranê, şandeya Talîbanê ser danûstandinên betalbûyî yên bi Amerîka re axifî.

Talîban piştî betalbûna danûstandinên bi Amerîka re ew cara duduyan e serdana welatekî bîyan dike.

Şandeya Talîbanê di rojên borî de serdana Moskow ya paytexta Rûsya kiribû û derbarê bidawîbûna danûstandinan agahî dabû berpirsên Rûs.

Serokê Amerîka Donald Trump di 8’ê Îlonê de dîyar kiribû ku danûstandinên bi Talîbanê re bidawî bûne.

XS
SM
MD
LG