Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî ya Talîbanê de 35 Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Reuters'ê îro Duşemê ragihand ku di êrîşeke xwekujî ya bi maşîneyeke bombebarkirî de, bi kêmî ve 35 kes li Kabul ya paytaxta Afganistanê hatin kuştin û 42 kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsîya êrîşa ku li ber otobusa ku karkerên Wezareta Madenkarî ya Afganistanê tê de bûn li dar ket, Talîbanê girt ser xwe.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd li ser Twîtterê dîyar kir ku "37 karkerên îstixbaratê" hatine kuştin.

Li taxa ku êrîş pêk hatîye, bi piranî Şîa dijîn û berê jî li wir êrîşên xwekujî li dar ketine.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di 6 mehên pêşî yên 2017'an de, 1662 hemwelatîyên Afgan di êrîşan de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG