Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Enqere bo Lêpirsîna Ser Parlamanter Tanrikulu ji Wezareta Dadê Destûr Xwest

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê jibo ser parlamanterê Partîya Ge ya Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu dest bi lêpirsînê bike ku ji Wezareta Dadê ya Tirkêyê destûr xwest.

Li gor ragihandina serdozgerîyê, ji Wezareta Dadê jiber tawana bi awayekî eşkere biçûkxistina artêşê û sazîya ewlekarîyê ya dewletê destûr hatiye xwestin.

Tanrikulu di TV100 de Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) rexne kiribû.

‘’Nabe ku her tiştê ku TSK dike neyê rexne kirin. Em parlamanterên û em dikarin bipirsin ku ew çi dikin. Ji derbeya 12’ê Îlonê heta şewitandina gundan û avêtina gundîyan ji helîkopteran jimareke karên şaş yên TSK’ê hene."

Tanrikulu îro Çarşemê medyaya civakî dîyar kir ku piştî gotinên wî yên ser TSK’ê ser wî gotinên giran hatine nivîsîn.

Wî got ku ewê li pêş hiqûqê hesabê ji wan kesên êrîşkar bipirse.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG