Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tanrikulu: Bi Biryara Dadgehê Heft Sal in Telefona Min Guhdar Dikin


Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê, Sezgîn Tanrikulu li Amedê preskonferansek da û destnîşan kir ku ji 2011’an vir de telefona wî tê guhdar kirin.

"Heft sal in parlamenter im, lê guhdarîkirin dewama kiriye. Parlamenterek ku bi biryara dadgehê ewqas sal hatibe guhdar kirin, nîşan dide ku dawîya dewleta hiquqê hatiye."

Parlamenterê CHP’ê destnîşan kir di derheqa wî de fezlekeyek di meha Nîsanê de hatiye amade kirin û ew jî ji medyayê hîn bûye û du roj berê awuqatê wî dosya bi dest xistiye.

“Min dosya kontrol kir, naverok li dijî hiqûqê ye. Ku di derheqa parlamenterekî de bêhiquqîyeke vî rengî were kirin, gelo hemwelatîyên sade dikarin çi bikin?”

Tanrikulu îdia kir ku Tirkiye di serdema Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de ji dewleta hiquqê dûr ketiye, tu mafê ewlehî, can û malê hemwelatîyan jî nemaye.

"Em dizanin ku li dijî qanûnan telefona me guhdar dikin, lê tiştê ecêb ew e ku bi biryara dedgehê ez hatime guhdar kirin. Parlamenterekî ku bi biryara dadgehê ewqas sal hatibe guhdar kirin, nişan dide ku dawîya dewleta hiquqê hatiye.

KHF_8
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00

XS
SM
MD
LG