Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tara M. Emîn: Huner Hest û Derbirîniyên Veşartî yên Jîyanê Dîyar Dike


Hunera ciwan li ser hest û derbirîniyan ava dibe û bi rêka hunermendan ew bi reng û firçeyên xwe dikin dîmenên rasteqîn û pêşkêşî mirovan dikin. Hunermenda şêwekar Tara Mihemed Emîn wê yekî di berhmên xwe de piştrast dike, dema ku li berhmên wê temaşa dike, ew derbirîniyên hestyar di wan de diyar dibin bi taybetî jiyan û xwezaya kurdan bi ser ku ew li welatê Nirwcê dijî lê belê pêwendiyên xwe bi jiyana kurdan re sax hiştiye di nav berhem û hunera xwe de.

Tara M. Emîn li sala 1967an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye.

Di nav malbatek xwendevan û têgihiştî perwerde bû, û piştevanî ji wan wegirt ku ew berê xwe bide hunerê û bixwîne.

Di sala 1988an de xwendina hunera ciwan li peymangeha hunera ciwan li Silêmaniyê qedand.

Di sala 2001ê de li College Telemark University xwendina hunera ciwan kir.

Pêşangeh û çalakiyên hunerî:

- Sala 1998an, pêşangeha hevbeş bi huneremend Ronak Osman re- Silêmaniyê.

-Sala 1998, pêşangeha hevbeş bi hunermend Enwer Sabir re- Welatê Nirwic.

-Sala 1999, pêşangeha hevbeş bi hevjînê xwe re- Welatê Nirwic.

-Ji sala 1998 ta 2006an beşdarî pêşangeha hevbeş ya salana li bajarê kongsberg- welatê Nirwic.

-Sala 2007, pêşangeha hevbeş bi hunermend Enwer Sabir re- mûzexana Silêmaniyê.

-Sala 2016an pêşangeha xwe ya taybet li Mûzexana Silêmaniyê vekir.

-Ji sala 2017an ve endama komîta şêwekarên bajarê Fredrikstad li Nirwic e û beşdarî 3 pêşangehên hevbeş bûye.

-Sala 2019, pêşangeha hevbeş bi hunermend Enwer Sabir re- Fredrikstad li Nirwic.

-Sala 2019, pêşangeha hevbeş bi hunermendên kurd re li Holanda û xelatek bi destxist.

-Sala 2020an, pêşangeha taybet li Mûzexana Silêmaniyê .

Tara li bajarê Fredrikstad li Nirwicê dijî û li wir endama komela hunera ciwan e û beşdarî çalakiyên hunerî dibe û alîkariya şagirt û hezkirên hunerê dike.

Piraniya berhmên wê bi rengê avî hatine afirandin û babetên wê jî li ser mirov û xwezayê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:23 0:00


XS
SM
MD
LG