Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Bacên Ser Berhemên Kanadî, Meksîkî û Çînî Sibê Destpê Dikin

Berdevka Ragihandinê ya Qesira Sipî Karoline Leavitt îro Înê piştrast kir ku Serok Trump wê sibê Şemîyê baca gumrikê ya di asta % 25 de li ser tişt û berhemên Kanada û Meksîkî û % 10 bacên din jî li ser berhemên çêkirina Çînî ragihîne.

"Serok wê sibê % 25 baca li ser Meksîko, baca % 12 li ser Kanada û baca %10 li ser Çînê ragihîne bi sedema ku wan hêlaye madeya fentanyl ya neqanûnî li welatê me belav bibe."

Leavitt dîyar kir hem Kanada û hem jî Meksîko destûr daye êrîşeke bêhempa ya fentanylê ya neqanûnî ku hemwelatîyên Amerîkî dikuje.

Wê herwiha got ku ew her du dewlet dihêlin koçberên neqanûnî derbazî Amerîka bibin.

Fentanyl bi piranî li Çînê tê hilberandin û bi qaçaxî li ser sînorên bejahî û bi rêya sîstema posta navnetewî dikeve nava Amerîka. Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan di Tebaxê de ragihandibû ku Fentanyl di çar salên borî de herî kêm 281,000 Amerîkî kuştine.

Trump berê jibo danîna bacên gumrikê yên ser Kanada û Meksîko dem dîyar kiribû lê dema bacên ser Çînê îro ji hêla Leavitt ve hate ragihandin.

Li gorî Ofîsa Nûnertîya Bazirganîya Amerîkî Çîn hevkara bazirganî ya herî mezin ya Amerîkî ye û di sala 2022yan de ji % 16.5% ji derkirîna giştî pêk tînê û Meksîko bi % 14 û Kanada jî bi % 13.5% derkirîna Amerîkî pêk tînin.

Bacên nû yên Serok Trump wê bandorê li ser % 44 nirxê berhemên ku ji wan 3 dewletan tê bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG