Dadgeheka taybet, serokê berê yê Lîberyayê bi 50 salên zîndanê ceza kir jiber tawanên şer û tawanên li dijî mirovatî.
Dadgeha Taybet jibo Sierra Leone roja Çarşemê li Lahey (Den Haag) tawanbarkirina Taylor piştrast kir.
Dadgehê ragihand ku Taylor desthilat û posta xwe bikar anî jibo alîkarîkirina serhildayan li şûna handana aştî û tenahîyê.
Dozgeran daxwaza cezaya 80 salên zîndanê jibo Taylor yê 64-salî kiribû.