Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Recep Tayyîp Erdogan Îro Sond Dixwe


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, jinûve bo serokomarîyê hatibû hilbijartin îro Duşemê dê li parlamentoyê sond bixwe.

Bi sonda Erdogan re, dê Tirkîye bi awayekî fermî derbazî pergala hikûmeta serokomarîyê dibe.

Li ber e ku Erdogan bi demjimêra Tirkîyê di 16:30’î de sond bi xwe û dest bi erka xwe bike.

Piştî sonda li parlamentoyê Erdogan, dê li Avahîya Serokomarîyê ya li Beştepeyê beşdarî merasîma destpêkirina kar bike.

Serokên 22 dewlet, 28 serokwezîrê û serokên parlamento û sekreterên giştî yên 6 sazîyên navneteweyî dê beşdarî merasîmê bibin.

XS
SM
MD
LG