Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Baroyên Tirkîyê Desteserkirina Fîncanci ji Nêzve Dişopîne


Seroka Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci do Çarşemê bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" ji mala xwe ya Stenbolê hat desteser kirin.

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê di çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorê de, bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” û "heqaret li gelê Tirk, dewleta Tirkîyê, sazî û dezgehên dewletê kiriye" lêpirsîn vekirîbû.

Velî Kuçuk
Velî Kuçuk

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Baroyên Tirkîyê, Velî Kuçuk got ku ew rewşa Fîncanci ji nêzve dişopînin.

“Ji alîyê me ve pêvajoya derbarê seroka TTB'ê de hem di alîyê hiqûqî û hem jî ji alîyê maf û azadîyan ve tê şopandin. Em careke din bang dikin ku divê hemû karbidestên dewletê prensîba masûmîyetê û mafê darizandina rewa bi cîh bînin.”

Kuçuk bi berdewamî got ku hîn zû ye ku di derbarê naverok û hûrgulîyên dosyayê de tiştekê bibêje.

“TTB sazîyek rêzdar e ku zanist û aqil derxistîye pêş û ev hesasîyet di hemû pêvajoyan de, di dema pandemîyê de jî derxistîye holê. Divê ramanên zanistî di vê çarçoveyê de were dîtin. Di rewşeke wiha de hem Fîncanci hem jî parêzerên wê dibêjin ku ger lêpirsînek hebe em amade ne ku îfade bidin.”

Kuçuk bal kişand ku li ber bîragiştî desteserkirina vî rengî li dijî mafê darizandina rewa, prensîba masûmîyetê ye.

Partîya Karkêrên Kurdistanê (PKK) hefteya borî di daxuyanîyekê de ragihandibû ku artêşa Tirk di êrîşên dijî wan de yên li Herema Kurdistana Îraqê de çekên kîmyayî bi kar anîne û 17 endamên wê di encamê dev jîyanên xwe ji dest dane.

Fîncanci, li ser wê mijarê di bernameyekê ser televîzyonê de gotibû ku wê dîmen temaşe kiriye û dibe ku yek ji gazên kîmyayî yên jahrîn hatiye xebitandin ku rasterast bandorê li ser sîstema asabê (sînîr) dike.

Fîncanci herwiha gotibû ku li gor peymanên navnetewî, divê şandeyên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û rastîyan derxînin holê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
XS
SM
MD
LG