Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Biryara Girtina 13 Kesên Dijî Operasyona Efrînê Dide


Rêvebirên Yekîtîya Doktorên Tirkîyê
Rêvebirên Yekîtîya Doktorên Tirkîyê

Karbidestên Tirk îro Înê 13 kes desteser kirin, bi sedema ku wan li ser înternetê piştgirî daye Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) ku nerazîbûna xwe li dijî operasyona leşkerî ya ser Efrînê ragihandibû.

Di nav 13 kesên desteserkirî de bizavkarê mafê homoseksuelan Alî Erol jî heye ku peyama “Şer kêşeyeke civakî ya saxlemî ye. #WeStandWithTTB” twît kiribû.

Kesekî din jî bi twîta “Şer mirin e, wêrankirin, xwîn û hêstir e. #NoToWar” parve kieibû.

Dozgerekî Tirk, serok jî di nav de, biryara girtina 11 rêvebirên TTBê dabû, piştî ku wê rêxistinê operasyona ser Efrînê rexne kiribû û gotibû ku “Na ji Şer re, Aştî Aniha”.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan TBB bi îxanetê tawanbar kiribû.

XS
SM
MD
LG