Wezareta Dadê ya Tirkîyê jibo hevdîtina sêyê ya şandeya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan destûr da.
DEM Partî dîyar kir ku şande wê sibê Pêncşemê bi Ocalan re bicive û 28’ê Sibatê ser encama danûstandinê daxuyanîyeke berfireh ragihîne.
Serdanên berê ji alîyê parlamanenterên DEM Partî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ve hatibûn kirin.
Çaverê ye vê carê di şandeyê de xêncî Onder û Buldan, hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk û parêzerên Ocalan, Faik Ozgur Erol û Cengîz Çîçek jî cîh bigirin.
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan îro Çarşemê got ku ewê rêbaza ragihandina banga Ocalan wê piştî civîna sibê eşkere bibe û dîyar kir ku daxwaza wan ew e ku bang bi rêka vîdyoyê çêbe.
Dogan dîyar kir ku li gor nêrîna wan ewê banga bi dîmen kêrhatî be û got ku daxwaza civakê jî wisa ye.
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç di rojên borî de gotibû ku li gor qanûnan girtîyek nikare jibo bîragiştî bi rêka vîdyoyan bangê bike.
Karbidestên DEM Partî dibêjin di danûstandinên dawî de rewşeke taybet heye û dîyar dikin ku ew danûstandin çekberdan jî di nav de jibo qonaxeke nû têne meşandin