Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tehranê Xwepêşander ji Pencere Û Banan Hikûmetê Şermezar Dikin


Iran Protest
Iran Protest

Xwepêşanderên dijî hikûmeta Îranê li hin deverên Tehranê ji pencere û banan govend gerandin û silogan li dij dewletê avêtin. Lê li paytext tehranê, ku rayedaran di rojên dawî de givaştinên tund pêkanî bûn, ti raporên protestoyên ku li kolanan çû bûne, nehatin ragihandin.

Medyaya Îranê ji destpêka xwenîşandanan bi awayekî çewsêner xwepêşandan şopandin, mediya dewletê dide zanîn ku wan tu xwenîşandanên nû li Tehranê rapor nekirine, dibe ku ev tê wê wateyê ku xwepêşandan li kolan û cadeyan çênebûne yan jî rayedaran qedexeyên medyayê tundtir kirine, da ku derbarê xwepêşandanan tu raportan ne ragihandine.

Parêzgarê paytext Tehranê, Mohsen Mensûrî ji zarê medyaya dewletê ragihand ku xwepêşandanên li paytextê bi dawî bûne û ewlehî hatiye vegerandin. Lê ji avahiyan dihat bihîstin ku dengên "Bimre dîktator" dihatin bihîstin, ku girtina wan ji bo polîsan zehmetir e.

Nehat zanîn ku xwepêşandan çiqas berfireh bûn li deverên din yên welêt. Xwepêşandana xwendekaran li hin kampusên zanîngehan hebûn, di nav de Zanîngeha Şîrazê li başûrê welat hebûn û xwepêşandan dihatin berdewam kirin.
Rayedar hîn jî gihandina WhatsApp û Instagram, karûbarên medyaya civakî yên ku ji hêla xwepêşanderan ve ji bo organîzekirin û parvekirina agahiyan têne bikar anîn asteng dikin. xwenîşandanan bigirin.

Polîsên Îranê ev 12 roj in li dehan bajaran bi xwepêşanderan re di nav şer û pevçûnan dane.

XS
SM
MD
LG