Rêvebirîya Îranê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîrên nû ragihandin.
Li gor medya Îranê, li Tehran ya paytext dê dibistan, pirtûkxane, sînema, salonên dawetê, mizgeft û muze bo hefteyekê girtî bimînin.
Rêjeya mirinên ji vîrusa korona, li Îranê di meha Nîsanê de rabûbû asta herî bilind, di meha Gulanê de kêm bûbû û di Hezîran û Tîrmehê de rekor şikandibû.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îranê pirtir ji 260,000 kes bi vîrusa korona ketine û 13,211 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.