Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Tehranê: Di Protestoyan de 12 Kes Hatin Kuştin


Rêvebirîya Îranê ragihand ku di protestoyên jiber buhabûna benzînê de 12 kes hatine kuştin.

Li gor jêderên nefermî hejmara kuştîyan hîn zêdetir e.

Jiber buhabûna benzînê, ji roja Înê vir ve li gelek bajarên Îranê gel daketibû qadan, xwepêşandaneran bi maşîneyên xwe rê girtibûn û hin banka û avahîyên hikûmetê hatibûn şewitandin.

Karbidestên Îranê didin zanîn ku di 3 rojên pêşî yên protestoyan de pirtirê 200 kes hatine desteser kirin.

Berdevikê Hikûmeta Îranê Alî Rabieî bi konferansekê dîyar kir ku roja Duşemê rewş aramtir bûye û li hin bajaran ‘’serhildanên biçûk’’ çêbûne.

Alî Rabieî da zanîn ku rêjeya protestoyan li gor roja berê 80 ji sedê kêmtir bûye.

XS
SM
MD
LG