Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tehranê Xwepêşandên Dijî Hikûmetê Didomin


Dîmeneke ji xwepêşandan li Îranê (Arşîv)
Dîmeneke ji xwepêşandan li Îranê (Arşîv)

Ajansa AP ragihand xwepêşandanên nerazîbûnê yên li paytexta Îranê, Tehranê dodomin.

Vîdyoyên li ser înternetê nîşan didin ku bi dehan Îranî li koleneke mezin ya Tehranê dimeşin, dema ku xwepêşandanên jiber kêmahîya avê li başûrê rojavayê welêt didomin.

Xwepêşanderan di vîdyoyan de têne dîtin li ser Kolana Komara Îslamî dimeşin û bang li polîsan dikin ku piştgirîya wan bikin.

Herwiha, zilamên ku li ser motorsîkletan û yên li nava trombîlan dirûşman diqêrin.

Dema ku xwepêşandan bi aştîyane derbaz bû, hin xwepêşanderan dirûşmên wek 'Mirin ji Dîktator re!' digotin.

Xwepêşanderan piştre bi rengekî aştîyane belav bûn. Hêzên ewlehiyê vê dawîyê li Tehranê hebûna xwe ji asta normal xurtir kir.

Ajansa nûçeyan ya nîvfermî Fars di weşana xwe de cîh da xwepêşandanan, lê wê ew xwenîşandan bi qutbûna elektirîkê li bazareke nêzî bûyerê girêda, ku bi dikanên xweyên elektronîkî tê zanîn.

Hevdem, ajansê li ser internetê vîdyoyeke weşand ku tê de polîs li ser motorsîkletan û li ser pîyan, li qasekî bi xwepêşanderan re diaxife.

Li eyaleta Xuzistanê yên jiber kêmbûna avê bi rojane xwepêşandanên mezin didomin û herî kêm 4 kes hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin ku hejmara kuştîyan pirtir e.

Eyaleta Xuzistanê heremeke aram e û bi petrolê dewlemend e.

Xwepêşandanên li eyaleta Xuzistanê di vê demê de didomin ku Îran dijî pêlên nû yên vîrusa korona tekoşîn dike û bi hezaran karkerên petrolê bo mehaneyên xwe û baştirkirina mercên jîyanê di grevê de ne.

Îran bi hefteyan e rûbirûyê qutbûnên avê ye û li gelek hereman kêmasîya avê bi rengekî berbiçav jîyana rojane bondorê dike.

Karbidestên Îranî rewşa heyî bi bê baranîyê jî girêdidin.

Rêjeya baranê di sala borî de nêzî ji % 50 kêm bûbû û her wiha çavkanîyên avê yên li bendavan kêm bûn.



XS
SM
MD
LG