Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

26 Kes di Êrîşeke li Dêreke Teksasê de Hatin Kuştin


Polîsê Amerîka ragihand ku êrişvanekî li dêreke Teksasê 26 kes kuştine û 20 kesên din jî birîndar kirine.

Dîrektorê Ewlekarîya Herêmî ya Teksasê Freeman Martin dîyar kir ku êrîşvan mêrekî sipî ye û dora 20 salî ye.

Martin da zanîn ku êrîşvan bi temamî cilên reş li xwe kirine û li ser wî êlekeke êrîşê jî hatiye dîtin. Li gor berpirsan, li ser êrîşvên çekeke bo êrîşan jî hebûye.

Martin dîyar kir ku êrîşvan ji derveyî dêrê dest bi reşandina guleyan kiriye û paşê ketiye hindurê dêrê û ji wir dom kiriye.

Dîrektorê Ewlekarîya Herêmî ya Teksasê da zanîn ku hemwelatîyekî ‘’çekê xwe rakiriye û êrîşî êrîşvanê ku bi wesayîtê direvîye kiriye’’ Martin dîyar kir ku êrîşvan di wesayîtê de kuştî hatiye dîtin, lê hîn ne eşkere ye ku êrîşvên xwe kuştiye yan bi guleya wî hemwelatîyî hatiye kuştin.

Medya Amerîka ragihand ku êrîşvan Devin P Kelley yê 26 salî ye, lê polis hîn ew nasnameya piştrast nekiriye.

Tevî polîsan berpirsên Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) jî li cîhê bûyerê vekolînê dikin.

Derbarê sedema êrîşa êrîşvên hîn ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Serokê Amerîka Donald Trump, ku li serdana Japonya bû, ji wir bi twitekê dîyar kir ku bûyerê dişopîne.

Di meha Cotmehê de, di êrîşeke li Las Vegasê de 58 kes hatibûn kuştin û 500 kes jî birîndar bûbû.

Hefteya borî, di êrîşeke li New Yorkê de 8 kes hatibûn kuştin

Li gor rojnameya Boston Globe ya Amerîka, îsal li welêt, di êrîşên ser koman de 307 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG