Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê QSD Silo: DAIŞ ji 2 Eniyan Êrîş Kir Lê Rastî Şikestinan Hat


Telal Silo
Telal Silo

Ji Şemîyê şev heta demjimêrên serê sibeya Yekşemê 24ê Çile, şerên giran li çend eniyên şer li Rojava di navbera çekdarên DAIŞ û Yekîneyên QSDê derketin holê.

Çekdarên DAIŞ êrîşa yekê li eniya şer ya Bendava Tişrîn û ya din li eniya rojhilata Eyn Îsa pêk anî.

Telal Silo, Berdevkê Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) derheqa van êrîşan agahî dan pişka kurdî ya Dengê Amarîka û wiha got:

"Di seat 1:30 serê sibê çekadrên Daiş li milê bendava Tişrîn êrîş anîn, di navbera Hêzên QSD ê û DAIŞê de şer derketin, van şeran 3 seatan dirêj kêşa. Di encamê de, jimareke çekdarên DAIŞ hatin kuştin û gelek termên wan di nava destên me de ne".

Telal Silo tekez dike ku, cebheya başûrê Hesekê bêdeng e û îdiayên Çavdêriya Sûrî ku ragihandibû çekdarên DAIŞ li wê eniyê pêşde hatine ne rast e.

"Cebheyên şer yên li başûrê Hesekê bi giştî di bin kontirola hêzên Suriya Demokratîk de ne."

Silo bi bîr tîne ku çekdarên DAIŞ her tim rewşa xirab ya hewa bikar tînin û dixwazin êrîşan bikin.

Temamiya raporta ser van êrîşan di fayla deng de ye.

Daişê Êrîş anîn ser hêzên QSDê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00

XS
SM
MD
LG