Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

LG Radigihîne ku Ew ji Bazara Telefona Mobîl Vedikişe


Kompanîya LG Electronics Inc ya Koreya Başûr îro Duşemê ragihand ku ewê beşa xweya telefona mobîl ya ku zararê dikir, ji bazarê vekişîne.

Kompanîyê dîyar kir ku beşa telefona mobîl ya LG di şeş salan de, nezî 4.5 mîlyar dolar zara kiriye.

Beşa telefona mobîl ya LG, bi qasî ji % 7 dahatê, ji pênc beşên wê ya herî piçûk e û çaverê ye ku ewê di 31'ê Tîrmeha 2021'an de were girtin.

LG herwiha wê da zanîn ku ewê ser pêşxistina perçeyên otomobîlên elektrîkî, alavên ku tên girêdan û alavên elektronîk yên xaniyên zîrek bisekine.

LG Electronics Inc, ev demeke bû hewl dida ku wê beşê bifiroşe, lê ti kirîyar derneketibû pêş.

Biryara LG ya vekişînê dê ji % 10 para wê ya li Amerîkaya Bakur valahîyekî bihêle, ku ew kompanîya sêyan ya herî mezin e.

Tê pêşbînî kirin Samsung Electronics û Apple Inc bi giranî cîhê ku LG vala bihêle, dagirin.

LG yek ji kompanîyên pêşîn bû ku bi nûjenîyên telefona destan derketibû pêş û ew di 2013'an de kompanîya herî navdar bû û ew di çêkirina telefonên mobîl de piştî Samsung û Apple di rêza sisêyan ya cîhanê bû.

Kompanîya Counterpoint radigihîne ku tevî ku Samsungê sala borî 256 mîlyon telefon firotine, LG tenê 23 mîlyon firotine û para wê ya di bazara telefona mobîl de niha tenê ji % 2 ye.

LG da zanîn ku karkerên wê beşê li beşên din kompanîyê werin bi cîh kirin û li welatên din biryarên ser xebatkaran wê bi xwe xwe bidin.

LG dîyar kir ku ewê ji bikirên xwe re, xizmetên alîkarîyê yên bo telefonên wê ku niha hene bo demeke bidomîne.


XS
SM
MD
LG