Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Xizmetên Telegramê Qedexe Dike


Mediya Îranê roja Şemiyê dide zanîn ku, desthilata Komara Îslamî ya Îranê dê xizmetên Telegramê li Îranê qedexe bike jiber sedêm ewlakriya nîştîmanî ya wî welatî.

Meşraqnews ya ne girêdayî hikûmetê, Şemiyê di raporteke xwe de li gur axiftinên serokê Komîta Ewlekariya Neterwî ya siyaseta derve di parlamena Îranê de, Alaeddin Boroujerdî gotiye "biryar di asta herî jor de hatiye stendin", ku Telegram êdî li Îranê tê qedexe kirin û yeke di heman şêwe de, ya navxweyî dê li ciyê wê bihê danîn.

Boroujerdî daye zanîn ku, wan ew biryar stend piştî ku, bi rêya peyamên Telegramê di xwenîşandanên meha 12an ya sala bûrî de, gelek ziyan gihane ewlekariya nîştîmanî ya Îranê, ku di wan xwenîşandanan de herî kêm 25 kes hatbûn kuştin û zêdetir ji 5.000 kesan hatine girtin.

Bikar anîna Telegramê bo têkliyên online app. a herî zêde berbilave li Îranê nêzîkî 40 mîliyon bikarînerên wê hene, di dema aloziyên zivisana burî de li Îranê bi şêweke demkî hat bû girtin, lê dîsan 10% ji xelkî dikarî bûn bi rêya xizmetên VPN têkilîyan bi rêya oline bi derve re danin.

XS
SM
MD
LG