Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temellî li Wanê Daxuyanîyên Erdogan yên Ser Sûrîyê Rexne Kirin


Sezaî: Rewşa Leyla Gûvenê krîtîk e

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî di gera xwe ya li Wanê de bal kişand grevên xwebirçikirinê yen jibo rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku divê herkes deng bide qîrîna li girtîgehan.

Temellî dibêje ku ev 42 roj in parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di greva xwebirçîkirinê de ye û tendirustîya we di asteke krîtîk de ye.

"Em ji vê derê bang li raya giştî ya demokratîk dikin; werin destekê bidin têkoşîna Guven. Em geşbîn in in ku Tirkîye wê xwe li vî dengî ker neke û dawî li zilm û şîdeta desthilatdarî bîne," Temellî got.

Temellî derbarê gotinên Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên derheqa Bakur Sûrîyê jî bi hilbijartinên bajarvanîyan girêda.

“Erdogan berî hilbijartinên 24'ê Hezîranê qala Qendîl û Efrînê dikir. Bi rêya çeteyên bi navê OSO, Efrîn xist nava êş û zilmê. Niha jî radibe qala rojhilata Firatê dike. Bi salan e ku em dibêjin; ew mirov xizmên me ne, xwişk û birayên me ne. Sînor jibo me ne pirsgirêk e, pirsgirêk ew e ku di nava van sînoran de em çawa dijîn. Em li vir çi dixwazin, li Sûriye û Îraqê jî heman tiştî dixwazin.”

AA_12_19_2018_Temelli
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:33 0:00

XS
SM
MD
LG