Fîras Temîm, berpirsê têkelîyan yê Yekîtîya Azadîxwazên Sûrîyê li Qahîre dibêje, gelê Kurd li Sûrîyê şoreş destpêkir û paşî gelê Sûrîyê çav li Kurdan kir.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Temîm got ku Kurdan herdem roleka girîng li Sûrîyê hebûye û nûha roleka berçav û girîng dileyîzin.
Birêz Temîm herwiha got, Kurd yekemîn gel bû li Sûrîyê ku serhildanê li dijî rejîma Sûrî bike.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Temîm re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.