Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP'ê Temellî Pêşketinên Sîyasî yên Dawî li Tirkiyê Dinirxîne


Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Wanê di taştîyê de bi medya herêmî re kom bû û dû re, civîna çapemenî pêk anî.

Temellî û bal kişand ser rojeva berdana keşeyê Amerîkî Andrew Brunson û got ku hemî dadger, dozger û polîs li gor fermana qesira seroktîyê tevdigerin.

“Jiber vê yekê derbarê mijara qeşe Brunson bi tevahî jibo bazirganî hat karanin. Li alîyekî wê bazarê li Sûrîyê pirsgireke Îdlîbê ye, alîyekê ji li Amerîka bazirganîya "Halkbankê" ye. Qeşe Brunson bi wî awayî hatiye sembol kirin û ji wê pêştir derbarê darizandinê ti eleqe wî tune.”

Temellî, operasyonên sîyasîyen diji HDP’ê tên meşandin û polîtîkayên AKP’ê jî rexne kir û got ku ti rêwatîya xebata hilbijartinê ya AKP'ê tuneye.

“AKP bi alîkarîya dozger, walî, qeymeqaman xebatên hilbijartinê dimeşîne. Piştî fêm dike ku dê hilbijartinan hinda bike, tundîyê zêde dike. Îro 96 şaredarîyên li herêmê bi qeyûman tê rêvebirin. Ev şerma herî mezin ya Tirkîye ye. Sîstema dadwerî ne serbixwe ye. Çapemenî tê asteng kirin. Yên sîyaseta demokratik dimeşînin wekîl, hevşaredar û hevserokên me girtî ne. Ne tenê li ser vê axê û li herêmê, ger li ku ji destê wan were, ewê li tevahîya welat qeyûm tayîn bikin."

Hêjayî gotinê ye ku Temellî dê gera xwe ya li Wanê bo çend rojên din berdevam bike.

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG