Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu Dibêje Tirkîye Tengavan ji Hemî Keştîyan re Digire


Ajansa Reutersê ji zarê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu ragihand ku Tirkîye hişyarî daye welatên Derya Reş û yên mayîn ku keştîyên xwe xwe yên şer neşînin tengavên Bosfor (Bogaz) û Dardanel (Çanakkale).

"Me mercên Montro bi cîh anî û ji niha pê ve jî emê wiha bikin. Heta niha daxwazeke derbazkirina keştîyan ji tengavan re ji me re nehatiye,” ajansa Anadolu ya dewleta Tirk ragihand.

Peymana Montro ya sala 1936'an serwerî dide Tirkîyê ku di dema şer de derbazbûna gemîyên ceng di wan her du tengavan de kontrol bike ku dewletên Derya Reş bi avên din yên cîhanê re girêdide.

Lê, xaleke din ya peymanê rê dide gemîyan ku bikanibin vegerin bingehên xwe yên tomarkirî.

Tengava Bosforê ser nexşeyê
Tengava Bosforê ser nexşeyê

Peymana Montro (Montreux) sala 1936’ê hate îmza kirin piştî ku Tirkîyê daxwaz ji welatên Peymana Lozan ya 1923’an kiribû ku guhertinek di şêweyê çavdêrîya wan tengavan de were kirin.

Tirkîyê xembar bû ku hêzên din yên herêmê kontrola xwe berfireh bikin. Hikûmeta Tirkîyê wê çaxê digot ku rewş hatiye guhertin û daxwaza desthilata tevahî ser her du tengavan dikir.

Piştî danûstandin û gotûbêjan ligel hêzên cîhanê, di nav de Brîtanya, Fransa, Yekîtîya Sovyetê û yên din, li ser wê yekê hate hevbîr bûn ku Tirkîye van tengavan kontrol bike.

Desthilata Tirkîyê ya ser Tengavan

Li gor vê peymanê, Tirkîyê tevî rêxistina çûn û hatina keştîyên şer yên deryayî, Bosfor û Çanakkale kontrol dike.

Enqere herwiha derbazbûna azad ya keştîyên sivîl di dema aştîyê de misoger dike û rê li ber derbazbûna keştîyên ku ne yên welatên Deryaya Reş in, digire.

Di dema şer de û yan jî dema ku ew têkeve bin xeterîya dijminahîyekê, desthilata Tirkîye heye ku van tengavan li ber hemû keştîyên şer yên bîyanî bigire.

Hemû welatên ku ne li ser Deryaya Reş in û dixwazin ku keştîyên xwe bişînin wir, divê 15 roj li pêş Tirkîyê agahdar bike.

Welatên Deryaya Reş jî divê heşt roj li pêş Tirkîyê agahdar bikin.

Derbazbûna di demekê de tenê jibo neh keştîyên şer e, ku nabe ti keştî ji 10,000 ton girantir derbaz bibe. Keştîyên welatên ne li ser Deryaya Reş çênabe ku ji 30,000 ton girantir be û nikarin li herêmê bitirî 21 rojan bimînin.

Lê, dewletên Deryaya Reş dikarin keştîyên xwe, bi çi giranîyê be jî, derbaz bikin.

Ew herwiha dikarin gemîyên binavî her demekê bê agahdarî bi rêya tengavan derbaz bikin.

Firokên sivîl jî dikarin bi rêyên tranzîtê li nav tengavan werin derbaz kirin, lê divê ev yek ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve were pejirandin.

Peyman tiştekî derbarê bendan li ser derbazbûna gemîyên firokhilgir nabêje, lê Enqere dibêje ew wê yekê jî kontrol dike.

Di sala 1994’an de, Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Qanûna Deryayê banga pêkanîna guhertinan di Peymana Montreux de kir. Lê, Tirkîyê jiber pirsgirêkên kevin yên bi Yunanistanê ew peymana deryayî îmza nekiriye lewra Peymana Montro wek xwe maye.

XS
SM
MD
LG