Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tengava Hormuzê Du Keştîyên Petrolê Rastî Êrîşekê Hatin

Keştîyên li Tengava Hormuzê
Keştîyên li Tengava Hormuzê

Du keştîyên ptrolê li Kendava Hormuzê îro Sêşemê rastî êrîşekê hatin. Yek ji wan keştîyan bi gaza xwezayî hatibû barkirin û tirs hebû ku teqînek were encamdan.

Hikûmeta Qeterê got ku Îranê bi dronekê li keştîya wan a mezin a gaza xwezayî ya Al Rekayyat xistîye. Ji ber vê êrîşê, di odeya motorê ya keştîyê de agir derketîye.

Rewşa karmendên keştiyê baş e û ew ji keştîyê hatine derxistin.

Çavkanîyên ewlekarîyê dibêjin ku dronek li nêzîkî Deryaya Omanê li keştiyeke mezin a neftê ya Erebistana Siûdî (Wedyan) jî ketiye. Agahîyên zêdetir derbarê wê êrîşê nehatine belavkirin.

Berdevkê wezareta derve ya Qeterê Macid El Ensarî li ser platforma X'ê ev êrîş şermazer kir û got ku metirsîyê li ser ewlekarîyê deryayî û petrola cîhanê durist dike û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Îranê hîn jî ti daxuyanî nedaye û kesî berpirsiyarîya van êrîşan negirtîye ser xwe.

Ji dema ku merasîmên cenazeya Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xameneyî hefteya borî destpê kiriye, ev cara yekê ye ku êrîş li Tengava Hormuzê çêdibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG