Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îran Dixwaze Rêya Derbasbûna Tengava Hormuzê Bixe Bin Kontrola Xwe

Li gor ajansa Reutersê, karbidestekî bilind ê Îranê ragihand ku rejîma Îranê di gotûbêjên li gel Omanê de yên li ser vekirina Tengava Hormuzê, daxwaz dike ku bi tevahî kontrola hemû keştîyên ku di wê tengavê re derbas dibin, bike.

Ew çavkanîya ku di nav gotûbêjên de ye, îro Sêşemê ragihand ku li gor plana li ser tê axaftin, keştîyên ku di tengavê re derbas dibin, dê di navbera Îran û Omanê re herin.

Çavkanîyê herwiha da zanîn ku piştî Îran agahdar bibe, Oman dê destûra derbasbûna keştîyan bide.

Rejîma îranê herwiha dixwaze ku eger hewce bike, çavdêrîya wan keştîyên ku di wê tengavê re derbas dibin jî bike.

Wî karbidestî ji Reutersê re ragihand ku xuya nake Îran helwesta xwe biguhere.

Rojnameya New York Times herwiha li ser zarê çend karbidestên ku nexwestin navên xwe aşkere bikin ragihand ku Îran û Oman nêzîkî rêkeftinekê bûne li ser vekirina Tengava Hormuzê û nivîsand ku hikûmet dê “baca xizmetê” ji wan keştîyan bigire û bi wekhevî ligel Omanê belav bikin.

Hêjayî gotinê ye ku doh roja Duşemê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re axivî û got ku rêberên Îranê derewker in û mirov nikare wan bawer bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG