Tirkiyê roja Pêncşembî şandek bi serokatiya serokê destgeha agehiyên yê Tirkiyê hinarte Sûriyê da rijdîyê li cîrana xwe bike ku bi lez riforman destpê bike ew jî di demekî de ku tepeser kirina xwenîşanderên dijî hikûmeta serok Beşar El Esed ji layê hêzên leşkerî berdewame.
Ajansa Anadolya ya Tirkiya radgehînit ku serokê Ajansa Agehiyên Niştîmanî Hakan Fidan liser pirsa riformê û babetên din digel rêzdar Esed danûstandin kir. Wê ajansê her weha got ku biryare kombun digel karbidestên din yên Sûrî bên kirin.
Ev bizava Tirkiyê tê kirin piştî bi kêmî 228 endamên partiya Bas ya destheladar li Sûriyê karvekêşana xwe dayn bo diyar kirina nerazîbûna xwe beramberî bikar anîna hêzê ji layê rêzdar Esedî ve dijî xwenîşanderên aştîxwaz.
Ajansa Associted Press radgehînit ku tankên Sûrî roja Pêncşembî çûne benderê Latiqîye li bakur ku li wêrê xwenîşandan hatin kirin û raport radgehînin ku hêzên parastinê teqe li wan kir bu.
Tepeser kirina xwenîşanderan li bajêrokê Daraa li başur berdewam bu ku ji layê leşker û tankan ve hatiye dorgirtin. Jimareka mezin ji hêzên leşkerî li bajêrokên din yên Sûrî hatin danan ji wan du bajêrokên nêzîkî Dîmeşqê.
Ajansa peyamên Reuters roja Pêncşembî ragehand ku rêkixistîyeka mafên mirovan ya Sûrî got bi kêmî 500 kes li serhildana heftiyên vê dawiyê hatin kuştin û bi hizaran kes hatin girtin.