Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tepeserkirina Hêzên Sûrî Didome


Penaberên Sûrî ku jiber tundî û tûjîya hikûmetê revîne li kampa çadirî ya li Tirkîyê dimînin.
Penaberên Sûrî ku jiber tundî û tûjîya hikûmetê revîne li kampa çadirî ya li Tirkîyê dimînin.

Dîdevan dibêjin, hêzên ewlekekarîyê yên Sûrî do Şemîyê ketine taxa Kaşwah ya paytaxt Şamê, rojek piştî ku dora deverê girtîbûn û ketibûn dû xwepêşanderan.

Rêxistineke mafê mirovan ya Sûrî gotibû, bi kêmî ve 20 kes di pevçûnên roja Înîyê de li seranser Sûrîyê hatin kuştin ku 2 ji wan zarok bûn.

Jiber şer û pevçûnên berdewam bi sedan Sûrî cîh û warên xwe hêlan û derbazî Lubnana cîran bûn. Tê ragihandin nêzîkî 1.000 Sûrî li nav du rojên dawî derbazî Lubnana bakur bûn, jî tixubê li nêzîkî bajarokê Wadî Xalid.

Televîzyonên Ereb yên sateleytî dîmenek nîşan da ku bi hezaran behîdar li cadeya serekî ya Kaşwa rêdeçûnek dikir, jibo şîngirtina 3 zilamên genc ku di xwepêşandanên Înîyê de hatibûn kuştin.

Televîzyona hikûmeta Sûrî îdîa dike ku "çeteyên çekdar roja Înîyê li bajarokê Kaşwah gule barandin ser hêzên ewlekarîyê". Televîzyona hikûmetê her wiha got, 7 sîvîl û hêzên ewlekarîyê di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Jiber eciqandina û tepeserkirina artêşê li bakurê rojavaya Sûrîyê ku berxwedanên şekdarî jî derketibûn, zêdeyî 12.000 penaber hatibûn Tirkîyê ku vê gavê li kampên çadirî dimînin.

Bizavkar dibêjin, di eciqandin û tepesera Sûrî de, bi kêmî ve 1.400 kes li nav sê mehên dawî hatine kuştin.

Bi alîyekî din ve, rojnameya Le Figaro ya Fransî roja Şemîyê ragihand, gruba mîlîtan Hîzbullah li Lubnanê, roket û çekên din vediguhezîne nav Sûrîyê. Li gorî rojnameyê, Hîzbulah di xemê da ye ku rejîma Sûrî hilweşe.

Rêberê Hîzbullah Şêx Hasan Nasrallah di axaftina xwe ya roja Înîyê de gotibû, ketina rejîma Sûrî ji Amerîka û Îsraîlê re wê bibe dîyarîyeke girîng û rê li ber wan veke ku desthilata xwe li herêmê bicîh bikin.

XS
SM
MD
LG