Breaking News

Teqîn li Îraqê Berdewam in; Şeş Kes li Bexda Hatin Kuştin

Cihê yek ji teqînên Bexda, Yekşembî, 23 Meha 1, 2011.
Cihê yek ji teqînên Bexda, Yekşembî, 23 Meha 1, 2011.

Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema zincîreka teqînan, bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin û nêzîkî 30 kesên dî li seranserî Bexda birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, du otombîl roja Yekşembî karwanên polîsan kirin armanc.

Otombîleka din li nêzîkî otobîseka Îraniyan hat peqandin ku bi merema serdanî kirina cihên pîrozên Şî’an hatibûn Îraqê. Di wan teqînan de jimareka kesan bûne qurbanî, ku yek ji wan polîs bû.

Li bakûra paytextê û li bajerokê Tacî, bi sedema teqîna otombîleka din du kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG