Polîsên Afganî ragihand ku îro Sêşemê li lîseyeke kuran li paytext Kabulê 3 peqîn qewimîn û di encamê de herî kêm 6 kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.
Berdevikê polîsan Kabulê, Xalid Zadaran dîyar kir ku bûyer li dibistana navîn ya bi navê Ebdulrehîm Şehîd û navendeke perwerdekirina zarokan li taxa Hezara ya ku piranî civaka Şîa lê dijîn qewîmî.
Lê, wî di derbarê peqînan de ti hurgulî nedan.
"Peqîn bûn sedema qurbanîyên di nava birayên me yên Şîa," Zadaran got.
Ev tax di demên borî de ji alîyê komên çekdar yên Sunnî yên Afganistanê ve, di nav de rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatibû armancgirtin û bi dehan kes hatibûn kuştin.
Heta niha ti kes yan rexistin berpirsîya peqînên îro negirtiye ser xwe.